Los Angeles, vokradio.com
Saturday , January 17, 2009
Ezê yek Mamosta bimînim û tu jî yek Zindanban¹
Zê'ûs xwedê xwedêya ferman da ku Promteyê naferman bibin bendê û wiha bû çîroka min û te jî dest pê kir.
Tu bûyî mîrasxarên zindanbanê Zê'ûs heta
her rojê qewaliya kurek li sîtavka rojê û ronahiy bidî, Zindanê ji bo
min û te dû menayên taybet peyda kir, dû kes li dû aliye duwarekî li
gel dereke hesin û kulekek piçûk di navbera wê de,tu derweyî selûlê û
ez jî hundurê wê.
Niha başe ku em bi başî hevdû nas bikin.
Ez Mamosta me... Na Na...
Ez
Xwendekar Semed Bêhrengî me,ewê ko Baz, Qijalik û Masiyê piçûk nivîsîn
ko hereket kirinê nîşanî hemûya bide,tu wî nas dikî? Ez dizanim ku tu
nas nakî.
Ez Xwendekarê Xan Elî me, ew
Mamostayê ku nîşanê me da ku çawa Rojekê ser textereşê klasa xwe
bikêşin ku Peleçemk li sitavka wê birevin.
Ez
hevkarê Behmen Izetî me,mêrek ku hemêse bêhna baranê dida û kesek ku
heta niha jî xelkên kirmaşan û Gundê we bi hatina yekemin barana Pa'îzê
dikevin fikra wî. Eslen dizani ew kê bû? ez dizanim ku tu nizani².
Ez Mamosta me, Min irsa kenî û pirskirinê li Xwendekarê xwe biriye.
Niha
ku te ez nas kirim, tu ji xwe bibêje, hewkarê te kê bûne, te irsa zor û
nifreta xwe ji kê biye, Kelemçe û pê bendê te ji kê mane? li reşçalên
Zehak?
Tu ji xwe bibêje, tu kêyî? bes
min li kelemçe û Şelaq, li duvarên qahîm yê 209ê, li çavên Elektronîkî
yên girtîgehê metirsîne,min li derê qahîm metisîne, êdî min
natisînin,nerehet nebe, neke qêrîn, bi mista ser singê min nede ku çima
ez bi serê bilind digrim.çîroka mistê te û ser lêdana zindanî bîra min
de ye.
Min nede ku çima ez distirênim,
Ez KURDim, Ejdadê min işqa xwe, derdê xwe, xebatên xwe û hebûna xwe di
nava Stran û Sirûdê xwede ji bo min bi yadgar hîştine, ez dibe
bistirênim û tu jî dibe guhdarî bikî, û tu dibe stranê min guhdarî
bikî, ez dizanim ku te nerehet dikin.
Min
nede ku wextê ez diçim dengê pê min tê, axir diya min ez fêr kirime, bi
gavên xwe li gel erdê biaxivim, navbera min û erdê, peywendî û peymanek
heye ko ez erdê pir li civanî û kenî bikim, bes bihêle ez gava bavêjim,
bihêle bila dengê pê min bibîze, bihêle bila erd bizane ku ez niha ji
sax û hevîdarim.
Pênûs û Kaxeza bide
min, ez dixwezim bo zarokên welatê xwe la la'îya binûsim,pir li hêvî,
tujî li çîrokê Semed û jiyana wî, Xan Elî û hêviyên wî, li Izetî û
Xwendekarên wî, ez dixwezim binusim, ez dixwezim li gel Gelê xwe
biaxivim, di nav selûla xwe de, li vira, tu dizanî ez çi dibêjim, ez
dizanim ku hînê te kirine nifretê li ronahî, civanîya, li fikir û fikir
kirinê bikî,
Ema netirse were nav
selûla min de, bibe mêvanê sufra piçûk û diriyaya min, bibîne ku ez
çawa hemû şeva Xwendekarê xwe mêvan dikim, ji bo wan çawa çîroka
dibêjim, ema te izin tune ko tu bibînî, te izin tune ku tu guhdarî
bikî, tu dibe bibî aşiq, bibî însan, dibe tu wî aliyê derî bî ku bizanî
ez çi dibêjim.
Min binêre ku tu bizani
ferqa min û te çiye, ez hemû roja li ser duvarê selûla xwe destê dildar
û çawê civane wê dikêşînim û tilîyê wê digirim nav destê xwe û germiya
jiyanê di nav destê wê de, intizar û şoxê di nav çawê wêde dixwenim,
ema tu her roj bi batûma(zopê) destê xwe tiliyê neqişandi ser duvara
dikêşî û çawê di intizarê de derdixî, û duvar reş dikî.
Dunya
te hemêşe wê tarî û zindan be û slogana "RONAHÎ"yê wê nerehetiya te
bike, ez bi mehane heviya dîtina esmanek pir li istêrim.
Li
gel istêreyê yaxî yên ku wî aliyê esman bo aliyê din per dikêşin û
singeke ronahi webikin, ema tu bi salane di nav tariyê de dijîyî, şeva
te bê istêre ye, tu dizanî esmanê bê istêre yanî ci? esmanê hemêşe şev
yanî ci?
Wê carê ku ez wegeriyame 209ê,
were nav selûla min, min bo te hevî hene, ne li rengê dû'a yê te ku
seranser agire û tirs li cehenemê, hêviye min pir bi hevî, kenî û işqe.
Were nav selûla min da ku ez raza axirîn keniya Izetî ber darê îdamê
tera bibêjim, ez dizanim ku ezê car din bibim bendê(girtiyê) benda
209an. di halekêde ku tu li gel hemû hebûna vicûda pir li kîna xwe ser
serê min dikî qêrîn, û dîsa ji dilê min bo te û dunyaya hesar ko dora
te çêkirine dişevite. Ezê wegerim di halekêde ku hêşta Mamosta me û hêj
jî keniya Zarokên welatê min li ser lêvê mine.
Mamostayê mehkûm bi îdamê, Ferzad Kemanger
Benda nexweşên ifûnetkirî ya Zindana Recayî Şehra Kerecê
27/10/1387e Rojî
1.
Çend kes li qevilê 209ê(dijî îfada ku wê carê ez nerehet nekirim) bi
xatira wêne ku di gotara,Bendekê,Benda 2009a, min ew wekû Şibih(xof,
tiştek pir tirsnok) zanîbû bi şêveyeke wehşiyane min dan û dijûn dane
min.
2. Behmen Izetî Mamostayek bû ku
de serdema Şoreşê de hat îdam kirin, niha jî xelkê Kirmanşan û
Kamyaranê xatirê pir xweş li wî hene,dibêjin wextê îdamê li wî pirsîn
tu mirinê natirsî? Dev bi kenî got: Mirin eger Mêre bila bête bal min
da ku bigirim singê xwe, Teng Teng
|