Iranian Culture & Art Club of Fresno
رادیو ده نگی کوردستان له ئامریکا

VOK Radio Newsletter

Name: 
Email:  
Subscribe Unsubscribe

Calendar of Events

« < October 2018 > »
M T W T F S S
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31 1 2 3 4
No events
Home arrow کوردی arrow Rewşenbîrên Rojhilatî bang li hêzên Rojhilatî kirin: Li dijî Îranê bibin yek!
Rewşenbîrên Rojhilatî bang li hêzên Rojhilatî kirin: Li dijî Îranê bibin yek! چاپ ارسال به دوست
VOKRadio, Los Angeles, California, USA   

 Rewşenbîrên Rojhilatî bang li hêzên Rojhilatî kirin:

Li dijî Îranê bibin yek

09/21/2018 

pdk092018.png

Daxuyanî

Roja 8:ê Îlona 2018:an hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi pêşêlkirina zagonên navneteweyî, çend hêrişine mûşekî birine ser baregehên Partîya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) yên li bajarê Koya Herêma Federala Kurdistana Iraqê. Di van hêrişan de hejmareka berçav a endamên her du partîyan û herwiha hin kesine sivîl ku li kampê dijîyan bûne qurbanî.

Di heman rojê de, rejîma Îranê, sê girtîyên sîyasî bi navên Ramîn Husêyn Penahî, Luqman Muradî û Zanyar Muradî li sêdarê dan. Sêdaredana wan bi rexma nerêtîyên ciddî di prosedura desteserkirin û dadgehkirinê de û herwiha bi rexma daxwaza rêxistinên navneteweyî yên mafên mirov bo rawestandina biryara sêdaredanê, hate cîbicî kirin.

Paşxana berfreh ya van tawanên tund krîza navxweyî ya kûr ya sosyo-ekonomîk û siyasî li Îranê û qonaxên dawî yên şerê navxweyî yê Sûrîyê ye, ku têde komelek hêzên navxweyî û herêmî liser bermayên vî şerê malwêranker bi hev re ketine rikaberîyê; şerê ku ji 2011:ê ve didome û Îran û Tirkiyê û proksîyên wan yên xwecihî roleka kilîtî têde leyîstîye.

 

Sererayî hemî ciyawazîyên xwe, dewletên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq li hember destkeftên gelê kurd û hêzên wî yên siyasî, ku di van çend salên dawîyê de bi saya serê têkoşîn û berxwedana bêhempaya xwe li beramber DAIŞê bi dest ve anîne, hertim li hev kirine û rêk keftine. Van dewletana bi berdewamî nîşan dane, ku di pênava serkutkirina têkoşîna rewa ya neteweyê kurd û mafên wan yên çarenivîsê de hem amade ne hem jî dikarin nakokîyên xwe daynin alîyekî û rêk bikevin. 
 
Mixabin rêkeftineka wî teherî liser armanc û kirdaran di nav hêzên siyasîyên kurd bi giştî û yên Rojhelatê Kurdistanê de bi taybet nîne. Ev rewş nemaze niha hîn bêhtir nîgeranîyê çê diket, jiber ku gelê kurd li Rojhelat keftîye rewşeka herî krîtîk. Têkoşîna gelê kurd jibo mafên siyasî û ferhengî vêgavê bi asteng û derfetên dîrokî yên bêwêne re rûbirû bûye. Di heman demê de rejîma Îranê lihember heriftina hundirî û fişara derveyî ber xwe didet.

Ji lewre, bi têbînî liser van helûmercên giring, em lijêrvajokirî:

1. Ji kûrahîya dil serxweşîya xwe arasteyî Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) û hemî wan kesan dikin ku xweşdivîyên xwe di vê hêrişa bêrehmane ya rejîma Îranê de ji dest dane.


2. Hemî hêzên sîyasî yên kurd li Rojhelat, ku jibo mafên sîyasî yên kurdan xebatê dikin û li wir çalak in, vedixwînin ku tavilê liser programeka mînîmalîst ya hevkarîya serbazî, ewleyî û dîplomatîk li hev bicivin daku bi vî awayî pêşî li destdirêjîyê kor, bêrehmane û bêcîyawazî ya rejîma Îranê bigirin. Ev danûstandin di mercên guncav de dikarin rêxweşker bin bo damezrandina bereyeka yekgirtî ya neteweyî-demokrat jibo kurdên Rojhelat. Em di wê bawerîyê de ne, daxwaza programeka mînîmalîst a yekîtîyê, hêvîya pirîneyeka reha ya gelê kurd li Rojhelat e û gelê kurd dê misoger piştgirîyê bidete helmeteka vî rengî.


3. Hêvî ji hêzên sîyasî yên Rojhelatê dikîn, ku jibo muyeserkirina danûstandin liser vê hevkarîya piralî, cîyawazîyên îdeolojîk ên di navbera hev de bipejirînin û rêzê jêre bigirin, û di vê arasteyê de liser prensîpên herî bingehîn, ango, misogerkirina mafên neteweyî û bergirî, asayiş û polîsîya dîplomatîk a hevpar jibo gelê kurd lihember rejîma Îranê û hêzên herêmî û navneteweyî li hev bikin.


4. Bi vê yekê dihînin bîra hemî partî û rêxistinên rojhelatî ku Hikûmeta Herêma Kurdistan ne dixwazit ne jî dikarit asayiş û ewlehîya wan lihember destdirêjîyên rejîma Îranê garantî biket. Ji lewre hêzên Rojhelatî divêt bi hev re bixebitin daku hebûna fîzîkî ya xwe li navçeyên di bin kontorla Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dabezînin astê herî kêm.


5. Hemî partî û rêxistinên Rojhelatî vedixwînin ku bi fermî pêbendî parêzkirin ji bikaranîna çekan bo çareserkirina cudahîyên sîyasî û îdeolojîk di navbera hev de bin. Ev cudahî, ku hene, divêt aştîyane û bi amrazên demokratîk bihêne guftûgo kirin û di van nakokîyan de divêt gelê kurd dadwerê yekalîker bit.

 

Vajokirî (Rêzbendîya alfabetîk)

 
 
Abbas Valî, Prof.
Ahmad Eskandari,
Ahmad Mohammadpour PhD. ( Zanîngeha Masachosit)
Alan Fotoohi, PhD. (Zanîngeha Karolinska)
Amir Karimi, PhD.
Ava Homa
Azad Moradian, PsyD. (Los Angeles- USA)
Barzoo Eliassi, PhD. (Zanîngeha Linneaus - Swêd)
Behnam Amini (PhD ( Canada)
Behrooz Shojai, PhD Candidate (Zanîngeha Uppsala - Swêd)
Farangis Ghaderi, PhD.
Hashem Ahmadzadeh, PhD
Hawjin Baghayii,
Hemn Sayedi PhD Candidate
Jaffar Sheikolislami, PhD
Jani Dylan (Journalist)
Kamal Soleimani, PhD. (Zanîngeha Bajarê New Yorkê - DYA)
Kamran Matin, PhD. (Zanîngeha Sussex - Brîtanya)
Kaveh Ghobadi, PhD.
Mansur Sohrabi PhD.
Naser Ahmedi 
Rahim Surkhi, PhD.
Sahid Alavi,
(Journalist)
Salar Hisami (Journalist)
Sasan Amjadi
Somayya Rostami
Sorayya Fallahi, EdD.(Zanîngeha CSUN-USA)
**************************************  

vokradio.jpg

 Voice of Kurdish-American Radio for Democracy, Peace, and Freedom

 
 
 
< بعد   قبل >
© 2007 - 1397, VOK Radio